Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Iraqê dibêjin wan qanuna nû ya niftê hêj nedîtîye


Hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê dibêje hêj derfet bi destê wan neketîye ku qanuna nû ya dahatîyên petrolê dabeş dike û roja sêşemê ji alî kabîneya Iraqî ve hatîye pejirandin, bibînin.

Roja çarşemê hikumeta Kurdî di daxuyanîyekê de got ew hîvî dikin ku kabîne qanûneke ku wê Kurd dijberîyê lê bikin nepejirandibe jiber ku ew dê mafê wan yê Destûrî bişkêne.

Bernivîsa vê qanunê hin guhertinan li ser bernivîsa qanuna ku li meha du-Sibatê de ji alî kabînê ve hatibû pejirandin dike. Belê hin civatên Iraqê dijberîya wê bernivîsê kiribûn û zorê dabûn ku ji nûve danûstendin bên kirin heta ku ev qanûna nû hate çêkirin. Zêdetir agahî li ser vê qanûna nû hêj nehatîye belav kirin.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka vê qanûna kêşe li ser wek pêngaveke girîng dibîne jibo rêkeftineke netewî ya Iraqîyan.

Iraq li cîhanê sêyem welatê ku xweyî jêdera fireh ya niftê ye belê nift bi zêdeyî an li başûra Şî'anişîn û li bakûra Kurdnişîn e, pareke piçûk jî li devera navendî ya Sinnîyan e.

XS
SM
MD
LG