Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyamhinêrê BBC Alan Johnston li Xezze hate berdan


Peyamhinêrê BBC Alan Johnston evro ji alîyê revankaran ve li Xezze hate berdan, dibêjît xweştirîn tişt ewe ku yê azad bît.

Berî Johnston evro biçîte Urşelîm-Qudsê, digel dîplomatêt Brîtanî di konferanseke rojnamevanî da got milîtanêt leşkerêt Îslamî rêk dabû wî ku radyoyek hebît da bizanibît çi dibît di çar mehên girtina wî da û got wî gelek xwen bi azadîyê ve ditîtin lê wî çi hest pê nekirin heta ku hêzêt Hamasê devera Xezze li meha buhurî kontrol kirî.

Johnston hate berdan piştî pêguhorîna girtîyan navbera Hamasê û Leşkerê Îslamî.

Karbidestên BBC gelek dílxweşîya xwe bi berdana wî dîyar kir.

XS
SM
MD
LG