Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda 23 kes hatin kuştin


Karbidestêt Iraqî dibêjin li çend peqînekan li Bexda bi kêmî 23 kes roja yekşembî hatin kuştin, rojek piştî peqîneka mezin li bakora Iraqê ku têda 130 kes hatin kuştin.

Desthelatdar dibêjin li hêrişeka xwekujî li başor Bexda bi kêmî 15 kes hatin kuştin û 20 kesêt dî birîndar bun.

Berî hingî, du otombîl li Bexda peqîn, bi kêmî heşit kesêt sivîl hatin kuştin.

Leşkirê Amerîkî kuştina serbazekê Amerîkî roja şembî li parêzgeha Selahedîn ya bakora welatî ragehand.

Hevdem, rîneiştevanêt gundê Emerli li bakora Iraqê tazî û behîyê bu qurbanîyêt hêrişa duhî şembî datinên ku têda bi kêmî 130 kes hatin kuştin û 250 kes birîndar bun.

XS
SM
MD
LG