Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêza Pakistanê ket nav Mizgefta Sor û 50 milîtan kuştin


Şer û lêkdan li mizgefteke Îslamabadê, paytextê Pakistanê berdewam e piştî hêzên parastinê hêrîş kire ser wê mizgeftê û karbidest dibêjin bi kêmî 50 çekdarên Îslamî û heyşt serbazên Pakistanî hatine kuştin.

Peyivdarê leşkerî General Wahid Erşed got serbaz nûke zorîna beşên mizgeftê kontrol diken lê wî got hinek çekdar hêjta şerrekî tund diken li ser mînarêt wê mizgeftê.

Wa bawer tête kirin ku rêberê çekdaran Mela Evdil Reşîd Gazî xwe li jêrzemîna mizgeftê veşartibit.

Leşkerê Pakistanê ragihand ku ew jin û zarokan wek mertalên mirovanî bi kar tînit.

Desthilatdaran ragihand ku Leşkerî bi kêmî 30 jin û zarok azad kirine, ji wan; jin û kîja Mela Ebdulezîz'ê melayê wê mizgeftê, ku heftîya buhurî hate girtin.



XS
SM
MD
LG