Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê Kurd li dijî bernivîsa qanuna nifta Iraqê peyivî


Hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê li dijî bernivîsa qanuna petrolê peyivî; ya ku dahatîyên petrolê li Erebên Sunnî, Şî'a û Kurdan par dike.

Wezîrê Jêderan yê Herêma Kurdistan Aştî Hawramî got guhorînên ku li ser wê qanunê hatine kirin hêza Herêmê kêm dike û lazime ku li dijî wê deng bê bilind kirin. Wî ev axaftin li kombûna parlamana Herêmê kir li Erbîlê.

Heftîya buhurî kabîneya Iraqê bi hemu dengan bernivîsê pejirandibû lê belê ji bo ku ev bernivîs bibe qanun lazime dîsa palaman ew qanun bipejirîne.

Gelek komele û civatên sîyasî rexne li wê bernivîsê girtine. Komela Şî'a ku piştgirên oldarê radîkal Muqtada El Sadr in, bi bernivîsê qayil nebûye û red kirîye û herwisa Enîya Lihevkirina Sunnîyan jî xema xwe dîyar kirîye li hember vê bernivîsê.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka derbazbûna wê qanunê wek gaveke pêş dinirxîne jibo lihevkirineke netewî li Iraqê.

XS
SM
MD
LG