Çaverê tê kirin ku serok Bush îro roja pêncşemê raportekê pêşkêş bike ku têde wê bêje hikumeta Iraqê ji nîvî ji armancên sîyasî û leşkerî pêşveçûneke ''têra xwe" kirîye.
Li meha pênc Gulanê Kongresê xercîya leşkerî ji bo domandina şerrê Iraqê pejirandibû bi şertê ku birêveberîya Bush li 15ê meha heft-Tîrmehê û li 15ê meha neh-Îlonê xwe kefîl bike ku Iraq di hin armancan de pêşveçûnan dike.
Karbidestên birêveberîyê dibêjin wê di raportê de bê ragihandin ku ji18 armancan di 8 armanca de Iraqî bi serkeftine ku piranîya van babetên leşkerî ne. Belê rojnama Washington Post dibêje di armancên têkilî lihevkirina netewî de pêşveçûnek bi kêr hatî nebûye.
Birêveberîyê ji Kongresê dixwaze ji bo serkeftina li Iraqê hinek din demê bide hêza leşkerî û dibêje 30 hezar serbazên ku ji meha şeş ve ye hatine zêdê kirin hê niha li wî welatî cihê xwe girtine.

Roja çarşemê Senator Olympia Snowe bû Komarîya dawîn di rêveberîya Bush da ku xwest di stratejîya Bush ya Iraqê da guhertin bêne kirin. Hin Komarîyên din yên ku ji serokî xwestine ku stratejîya xwe biguherîne ev in: Richard Lugar, George Voinovich, Pete Domenici.
Rêberê Piranîyê li Civata Senatoran Harry Reid'ê Demokrat got ew hîvî dike ku dijberîya şerr ya ku zêde dibe stratejîya Iraqê bide guhertin.