Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi du peqînkarîyên xwekuj li Kerkukê bi kêmîve 80 kes hatine kuştin


Polîsê Iraqê ragihand ku bikêmîve 80 kes evro duşembî li du hêrîşên xwokujîyên bi otomobîla, li bajêrê Kerkuk'a bakûra Iraqê hatin kuştin.

Hêrîşa yekê li pêş barêgeha Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê çêbû; partîya serokê
Iraqê Celal Talabanî.

Bîst holeka piştî hingî otomobîla duwê li bazareka bi hatî çûya Kurda peqî.

Li paytextî leşkerê Amerîkî ragihand ku hêrîşeka nû bi pişikdarîya bi hezaran serbazan li başûra Bexda destpêkir bo bersîng girtina înana çeka û çekdara bo Bexda'ya paytext.

Her evro duşembî bi peqîna bombeka bi rex şeqamê li bakûra rojhilata Bexda pênc serbazên Iraqî hatin kuştin. Her wisa çend hawan li taxeke runiştevanîya Bexda ketine xwar û bikêmî du kesêt sivîl hatine kuştin û şeşên dî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG