Karbidestên Japonê dibêjin piştî erdhejyaneka bi hêz li bakûra rojava Japonê day, bikêmîve şeş kes hatine kuştin.
Jiber erdhejyana evro ku hêza wê 6.8 bû li kenara behra Japonê li başûra rojava bajêrê Nîgata dabû, nêzîkî 700 kes birîndar bûn.
Jiber bîbelerzê û erdhejyanêt piştî bîbelerzê bi sedan avahî heriftin û agir ber bû dezgehekê li karxaneka hêza navokî li naverasta Japonê. Karbidestek dibêje agir hate vemirandin lê behsê lêçûna têrîşka navokî nehatîye kirin.
Huşdarî bo rabûna pêlêt Tsunamî hatibû dan lê paşî ev huşdarî hate rakirin, piştî pêlêt avê bitenê 50 santîmetre bilind bûn.
Serokwezîrê Japonê Şînzo Abe geryaneke xwo bo berîkana hilbijartinê rawestand da biçîte seredana deverêt erdhejyanê lê dayî.