Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakûr reaktora xwe ya serekî ya navokî girtîye


Lêvekolêt Neteweyêt Yekgirtî piştrast kirîye ku Koreya Bakûr reaktora serekî ya navokî ya xwo girtîye.

Muhammed'l Baredaî, berpirsê Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî (IAEA) evro duşembî li Bangok gote peyamhinêran ku dê demê heyvekê pêçit heta lêvekol mora li ser amêrên navokî û kamerayên zêrevanîyê danîn da piştrast biken ku Pyong Yang îdî karê bi wê reaktorê naket.

Tîmeka ajansa navokî, roja yekşembî seredana reaktora Yong Pyong kir.

Hêjayî gotinê ye ku Koreya Bakûr roja şembî girtina wê reaktorê ragihand piştî wergirtina sutemenîyan ji layê Koreya Başûr.

Yekem pişka harîkarîya sutemenîyan li dûv rêkeftina kombûna şeş alî bû, bo domahî înana bernama navokîya Koreya Bakûr.

Seulê ragihand ku evro duşembî jî sutemenîyên pitir dinihêrte Koreya Bakûr.

XS
SM
MD
LG