Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Oldarê Îranî got hevpeyvînên digel wan de belge ne ku ew Amerîkîyên Îranî plan hebûne


Oldarekî serekî yê Îranê dibêje hevpeyvînên li ser televizyonê yên bi du Amerîkîyên Îranî yên girtî re hatine kirin, belge ne ku bi gotina wî Amerîka plan heye bo têkdana aramîya Komara Îslamî.

Ahmed Xatemî dibêje ew hevpeyvîn ku destkarî li ser hatîye kirin û roja pêncşembîyê li Îranê hatîye belav kirin, pênasbûna du karmendên agahîya Amerîkî ne li dû gotina wî. Ew hevpeyvîn pişkek bû ji filîma dokumenterî ku wan herdu girtîyên akademîsyen gunehbar dike bi bizaveke bo şoreşeke ne tund li Îranê.

Wezareta Derveya Amerîka turebûn û diltengîya xwe beramberî xirabîya muamele kirina wan herdu girtîyan anî zimên.

Li wê vîdyoyê ku roja pêncşembîyê belav bû, Hale Esfendîyarî, lêvekola ku li Washington kar dikir gote wê bizav dikir ku torekê pêkbînit bo pêşvebirina demokrasî û mafên jinan li Îranê.

Û girtîyê duwem Kîyan Tacbexş ku bo Enstîtutya Civaka Vekirî ya milyarderê Amerîkî George Soros kar dikir got rêxistîya wî bizavê dikir ku Îranê bike welatekî bi demokrasî weke welatên rojava.

XS
SM
MD
LG