Kesê ku xwe bi peyivdarê komela Talîbanê didete nasîn got komela wî yek ji 23 kesên xelkê Koreya Başûr kuştî ku heftîya buhurî li başûra rojhilata Afganistanê revandibûn.
Peyivdar Qarî Yusif Ahmedî evro gote ajansêt dengûbasan ku komela Talîban ji wan 23 kesan ku pênc zilam in û 18 jin in, zilamek kuştîye.
Koreya Başûr dibêje ew bizavê dike ka bizane gelo îddîaya Talîban rast e na na.
Talîban herwisa dibêje revînkar heta yekê sibêdê ya roja pêncşemê bi dema xwecihî dê rehînê din jî bikuje.
Milîtanat got danustandin yêt hatîne ragirtin û eger berpirsên Afgan daxwazîyêt wan cêbicê nekin, ew dê dest bi kuştina wan biken îro çarşembîyê.
Rêsipîyek li parêzgeha Xeznî kar diket jibo azad kirina hevwelatîyên Koreya Başûr, ewên hatîne revandin. Belê astengêt yêt keftîne rêya van bizavan jiber ku çekdar daxwazên xwe digohirin jibo berdana zindanîyên Talîban bo pareyên bo vekêşana hêza Koreya Başûr.
Ji layekî dî ve Wezîrê Derveyê Koreya Başûr Sonk Min Son gote parlamanî îro çarşembîyê, ew kesên revandî bi silamet in û berdana wan eger ne bizû bit, belê dê êne berdan û herwisa got Seul bizavê diket jibo hinartina dermana, pêdawîstîyên saxlemîyê û hatîye dîyar kirin ew hêjta saxlem in.