Polîsêt Iraqî dibêjin bi peqîna otomobîleke bombebarkirî bi kêmîve 25 kes hatîne kuştin û pitir ji 70 kesan birîndar bûn li nîveka Bexda.
Ew hêrîş li bazareke qelebalix hate kirin li rendeke Kerrade ku piranîya gelê wê Şî’a ne.
Bi alîyekî dî ve pênc endamêt Hêzêt Parastina Iraqê hatine kuştin li başûra Bexda û pêncê dî di hêrîşeka dî da hatine kuştin li nêzîkî Tîkrîtê.
Bi alîyê dî ve Iraq ji komela navnetewî dixwazît da harîkarîya wan welatan biket ku bi sedan hezar penaberên Iraqî lê hene; yêt ku jiber şerrî ji welatê xwe derçûne.
Sekreterê Giştîyê Wezareta Derveya Iraqê Mihemmed’l Hac Hemud evro ev daxwaze kir di konferanseke navnetewî de li Urdunê ku li ser hindek rêk û bizava di axivin bo harîkarîya penaberêt Iraqî.