Leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêje li bajêrê Kerbela ya li başûr, nêzî 17 milîtanên Şî’a li şerrê bi Hêzên Amerîkî û Iraqî re hatine kuştin.
Daxuyanîyeke leşkerî dibêje şer îna îro destpêkirîye piştî ku hêzên Amerîkî û Iraqî rêberekî girîngê Leşkerê Mehdî; milîtanên ser bi oldarê tundrê yê Şî’a Muqtada El Sadr ve girtîye. Di daxuyanîyê de dibêje pênc xirabkar di şerr de û 12 yên din jî bi êrîşa firrokan hatine kuştin.
Leşkerê Amerîka dibêje li parêzgeha Diyala, di kiryareke berdestê sibehê de, Hêza Hevalbendîyê çar terorîstên gumanlêkirî girtine. Leşker dibêje guman li wan tê kirin ku ew çekên Îranî bi dizzî tînin nav Iraqê.
Leşker herwisa dibêje hêzên Amerîkî û Iraqî li taxa Beya’ya Bexda roja pêncşemê rêberekî din yê milîtanên Leşkerê Mehdî girtîye.