Polîsê Iraqî ragehand ku bi peqîna bombekê roja şembî li bazareka rojhelata Bexda bi kêmî çar kes hatin kuştin û 10 kesêt dî birîndar bun.
Hevdem, leşkirê Amerîkî li Iraqê ragehand ku 16 tîroristêt gumanlêkirî li çend hêrişekêt dijî El-Qayde li Iraqê hatin girtin.
Serbaza du hêriş bu ser bajerokê Tarimîye encam dan û bi kêmî pênc xirapkar girtin ku yek ji wan dadwerekê gumanlêkirîyê ser bi El-Qayde ye. Şeş tîroristêt gumanlêkirî yêt dî li başora Tarimîye hatin girtin.
Herwesa leşkirî girtina pênc tîroristêt gumanlêkirî li bajêrê Samera ragehand.
Li beroka syasî, hikumeta Iraqê rexine li mezintirîn giropa Sunnî, Beroka Tewafuq ya Iraqî, girt ji ber ragirtina endametîya xwe li hikumetê.