Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîmeka Ajansa Atomîya NY îro digihîje Îranê


Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku tîmeka lêvekolêt Ajansa Navokîya Neteweyêt Yekgirtî evro duşembî digehîne Îranê bo seredanî kirina reaktoreka ava giran.

Peyivdarekî Wezaretê Muhemmed Elî Huseynî got ku karbidestên Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî seredana reaktora Arag diken ku dê platonyumê berhem înit demê domahî têt.

Wî herwisa got ku tîmeka dî ya Ajansê li roja şeşa heyva heyşt seredana Îranê diken da bahsê çewanîya encam dana lêvekolîna li ser navenda Natanz ya zaxkirina uranyumê biken.

Ji layekî dî Îranê rêkeftina serekî ya firotina çekêt Amerîkî bo Erebistana Saudî û welatêt dî yên Ereb bi hevalbend mehkum kir û Washington bi belav kirina tirsê li herêmê gunehbar kir.

Peyivdarê Wezareta Derve ya Îranê Mihemmed Elî Huseynî evro duşembî gote peyamhinêran ku Amerîka bizavê diket zîyanê bigehîne têkelîyêt başên welatêt herêmê, da çekêt xwe bifroşit.

Raportên Amerîkî û Îsraîlî radigihînin ku Amerîka xwo amade diket bo ragihandina firotina çekêt pêşkeftî bi buhayê 20 milyar dolaran bo Erebistana Saudî û welatên dî yên Kendava Farisî bo bersîng girtina gefa Îranê herwekî karbidestên Amerîkî dibînin.

Wezîra Derve Condoleezza Rice û Wezîrê Berevanîyê Robert Gates evro duşembî dê dest bi seredana Rojhilata Navîn ken di bizavekê da bo destve înana piştevanîyê bo tenahîya Iraqê.

Herdu wezîr roja sêşembî pêkve diçine bajarê Cidde li Erebistana Saudî û piştî hingî diçine Şerm'l Şêx li Misrê.

XS
SM
MD
LG