Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke hikumeta Koreya Başûr danûstandinê digel Talîban dike


Karbidestên Koreya Başûr dibêjin şandeka hikumetê danûstandinê digel çekdarên Talîbanê diket ku berî du heftîyan 23 Koreyîyên Başûr li Afganistanê revandibûn.

Peyivdarekî serokatîyê yê Koreya Başûr evro eynî got ku danûstandinên rastewxwo navbera şandeka Koreyî û çekdaran tête kirin. Wî peyivdarî pênas kir ku Seulê ew desthilat nîne ku daxwaza revînkaran bi cih bînit ku hikumeta Afganî girtîyêt Talîbanan beramberî azad kirina wan Koreyîyan berdet.

Hikumeta Afganî her lêgorîneka girtîyan red kirîye, ewêt roja 19ê heyva heft, demê 23 karkerên harîkarîyê yên Kirîstîyan hatin revandin.

Diktorên Afganî dibêjin bo hêlvazîya bişên seredana wan Koreyîyan bikin û we hatîye ragihandin ku rewşa saxlemîya du rehîneyan zor xirab e.

XS
SM
MD
LG