Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon hay ji çekên ku dane Hêza Tenahîya Iraqê nîne


Raporteke Kongresa Amerîkî dibêje 190 hezar tiving û demançeyên şerrîyên ku berî çend salan dabûne Hêza Tenahîya Iraqê ji ber çavên Wezareta Berevanîyê winda bûne.

Ofîsa Berpirsyarîya Hikumetê ku beşa vekolînan ya Kongresê ye, dibêje ew AK-47 û demançeyên winda ji nîvê jimara çekên ku ji Xizîrana 2004an heta Îlona 2005 dane Iraqîyan zêdetir e.

Raporta Ofîsa Berpirsyarîyê ya Hikumetê (GAO) dibe egera xeman ku ew çek ketibin destên xirabkaran. Karbidestekî bilind yê Pentagonê ji rojnama “The Washington Post” re gotîye dibe ku hin ji wan çekan li dijî Hêza Amerîkî hatibe bikaranîn.


Ev daxuyanî ji Kongresê re hate kirin berî raporta meha were ya li ser sekinandina tundûtûjîya li Iraqê ku wê jêre ji alî karbidestên herî bilindên Leşkerê Amerîka û rêveberîya Bush ve bihata pêşkêş kirin .

XS
SM
MD
LG