Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî li Tirkîye ye ku çaverê tê kirin li ser pirsên tenahîyê bipeyive, yek ji wan; serhildayên Kurdên Tirkîye ne ku xakê Iraqê ji xwe re wek hewîngeh bikar tînin.
Li firokexana Ankara îro sêşem rêzdar Malikî seredana xwe bi vî awayî nirxand û got ev “bizavek e jibo bipêşvexistina danûstendinên du alî û hevkarîyeke li ser pirsên tenahîyê, bazirganîyê û aborîyê.”
Çend endamên kabîneyê li nav desteya bi rêzdar Malikî re ne ku wezîrên derve, nift û navxweyî çend heb ji wan in.
Wisa çaverê tê kirin ku Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan huşdarîyê bide rêzdar Malikî ku dihêle serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê xwe li nav Iraqê bihewînin.
Tirkîye ev demek e gefan dike ku wê ew kiryarên leşkerî bi ser sînorê Iraqê ve bike jibo ku bingehên PKKê ji holê rake. Hem Amerîka hem jî Iraq dibêje kiryareke wisa wê aramîya bakûra Iraqê ya Kurd ku li hember deverên din yên Iraqê bi tenhatir e, têk bibe.
Serokê rêveberîya Kurdî ya li bakûra Iraqê Mesud Barzanî daxwaza Tirkîye ya perçiqandina gerîllayên Kurd red kirîye.
Serokwezîrê Iraqê wê roja çarşemê bi seredan biçe Îranê.