Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Bi milyonan qurbanîyên lehîyê yên başûra Asya li benda alîkarîyên mirovanîyê ne"

Neteweyêt Yekgirtî dibêjetin bi milyonan qurbanîyên lehîyan li başûra Asyayê li benda alîkarîya mirovahîyê ne, li demê ku tirs heye ji belavebûna malerya, ta û nexweşîyên dî yên jiber ava şolî dirust dibin.

Sindoqa Alîkarîya Diravîya Zarokan û Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanê dibêjin xelkê dabirî li Hindistan, Pakistan û Nepalê gelek pêdivî bi xwarin û vexwarinê heye û cihê vehewandinê.

Ew ajans dibêjin bêhtir tirs li ser zarokan heye. Texmîn heye ku 30 milyon kes li hersê welatan bê cih û war mabin jiber lehî û avrabûna ji encamê baranên gelek boş.

Bakûr û rojhilata Hindistanê bêhtir ji her cihekî dî ber zîyanê keftîye û bêhtir ji 1300 kesan mirine, her ji demê barana li meha şeş-Xizîranê destpêkirî.

Rûbarên bi barana rabûyn, bi sedan kes li Bangladeş û başûra Nepalê kuştine. Bizavên hewarçûnê gelek bi zehmet jî bûne jiber ku rêk û gund di ber avê de mane. Hinek alîkarî bi rêka firokan gihîştine qurbanîyan û raport dibêjin bi sedan hezar kes li benda xwarin, ava paqij û hewangehan e.

XS
SM
MD
LG