Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gordon Brown ferman daye ku pêdaçûn bê kirin li ser rêbaza penaberîyê bo tercumanên Iraqî


Serokwezîrê Brîtanyayê Gordon Brown ferman daye ku demûdest pêdaçûn li ser wan rêbaza bête kirin ku penaberîyê didine tercumanêt Iraqî yêt ku digel hêzêt Brîtanî li Iraqê kar diken.

Serokwezîrê Brîtanya ev fermane evro da piştî ku rojnameka Brîtanî gotî çend tercumanêt Iraqî hatine agahdar kirin ku mafekî bi taybet bo penaberîyê nadine wan.

Bi hezaran Iraqî bo Hêza Hevalbendan û rojnamevanan li Iraqê kar kirîye, ewêy bi dagirkirina rêberîya Amerîka li sala 2003.

Renge bi sedan tercuman û malbatên wan û karmendêt dî yêt Iraqî ji alî hêzêt xirabkaran û milîşîyayan ve hatine kuştin, yêt ku wan wek xayin didine nasîn.

Piştî Danîmarka çend sed tercumanêt Iraqî û kesûkarêt wan wek penaber wergirtîn, berî li heyva buhurî hêzêt xwo ji Iraqê vekêşit, pitir sengî li ser Brîtanya hatîye danan da mafê penaberîyê bidete karmendên Îraqî.

XS
SM
MD
LG