Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzgar û rêveberê polîsê Dîwanîye hatin kuştin


Karbidest dibêjin bi peqîna bombeka ser şeqamê parêzgar û rêveberê polîsê parêzgeha Dîwanîye li başora Iraqê hatin kuştin.

Bombek roja şembî bi otombîla parêzgar Xelîl Celîl Hemze û rêveberê polîsî Xalîd Hesen peqî, herdu karbidest û du endamêt parastina wan hatin kuştin.

Herwesa wezîrê dad yê Amerîkî Alberto Gonzales roja şembî gehişte Bexda bu kombunê digel karmendêt wezareta dad yêt Amerîkî li Iraqê.

Roja eynî li bazara taxekê Kurda li bajêrê Kerkukê peqî û 11 kes hatin kuştin.

Her roja eynî, Civata Tenahî ya Netewêt Yekgirtî bernivîsa biryarekê pejirand bu zêde kirna rolê Netewêt Yekgirtî li Iraqê.

XS
SM
MD
LG