Leşkerê Amerîka dibêje ew şikê ji El Qaîde dike ji bo wan bombeyên ku roja sêşemê li bakûra Iraqê hatine teqandin û pê zêdeyî 200 kes hatin kuştin.
Leşker çarşema îro ev daxuyanî da, kêmî rojekê piştî êrîşbirên xwekuj çar qamyonên bombebarkirî li du hev li rojava Musil teqandin.
Êrîşbiran komeleya kêmanî ya Êzîdîyan ji xwe re kirin armanc û Êzidîtî oleke ji dema kevn ya Kurdan e.
Karmendên hewarçûnê hêj bi hêvîya ku ew sax bin di nav xanîyên pelişî de li xelkê digerin. Karbidest dibêjin dibe ku jimara xelkê mirî zêdetir bibe.
Seraya Sipî bombekirinan şermezar kir û got "evana êrîşên hov in ku ser bi xelkê bêguneh hatine kirin."
Ji alîyekî din ve polîsê Iraqê dibêje li başûra Bexda êrîşbirekî xwekuj qamyoneke bombebarkirî li karwana otomobîlên li dora dadyarekî teqand û du nobetdar kuştin û tevî dadyarî heft kesên din jî birîndar kirin.
Ev êrîş li nêzî mala dadyar Aqil Ednan Wîtwît qewimî li bajêrê Hille, 95 kîlometre li başûra Bexda.
Dengûbahsek din radigihîne ku Leşkerê Amerîka gotîye Hêza Hevalbendan çarşema îro li Iraqê 11 bergumanên terorîstên El Qaîde kuştine û çar hebên din jî li Bexda û bakûra paytextê girtine.
Roja sêşemê Leşkerê Amerîka ragihand ku li Iraqê tevî pênc serbazên ku di helîkoptera li erdê ketin de bûne, tev tevî hev 10 serbazên wan hatine kuştin. Di daxuyanîyê de dibêje helîkoptera CH-47 Chinook dema ku jibo ceribandineke şerrî difirîya li nêzî bingeha leşkerî ya li rojava Bexda ketîye xwarê.