Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li nêzî paytextê Afganistanê sê polîsên Alman hatin kuştin


Çarşema îro li nêzî paytextê Afganistanê sê polîsên Alman hatin kuştin dema ku karwana otomobîlên wan yên dîplomatîk li bombeyeke li ser rê qelibî.

Çaremîn polîsê Alman jî birîndar bû. Talîban ev êrîş xiste situwê xwe.

Polîs ji bo parastin û nobetdarîya balyozê Almanya li Afganistanê kar dikirin.

Di vê demê de nêzî sê hezar serbazên Alman di nav hêza NATOyê de li Afganistanê wezîfa xwe dikin.

Tev tevî hev 50 hezar serbazên NATOyê û Hêza Hevalbendîya bi rêberîya Amerîka li Afganistanê şerrê xirabkarên Talîban dikin û alîkarîya jinûve avakirina welatî dikin.

XS
SM
MD
LG