Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Surîya rêbaza xwe ya vîzeyên bo Iraqîyan tundtir dike


Ji herdu welatên ku hatina penaberên Iraqî ya nav xakê wan li serê wan bûye kêşeyek giran, Sûrîya vîzeyên ku dide Iraqîyan sînordar dike û Urdun jî nîyaz heye ku ji Iraqîyên bixwazin werin welatê wê vîzeyan bixwaze.

Sûrîya dibêje ji 10ê meha yazdeh-Îlonê û piştre ji nav xelkê ku xweyî pasaporta Iraqê bin, wê ew vîzeyê tenê bide wan kesên ku xweyî kar bin û kesên ku akademîsyen bin. Karbidestan hêj dîyar nekirîye ku gelo Iraqîyên ku vêga li Sûrîyayê ne wê vîzeyên wan jî bi vî awayî sînordar bibin an na.

Urdunê duşema îro got ew jî nîyaz heye ku ji Iraqîyan daxwaza vîzeyê bike bi armanca kêm kirina karê dûvedirêj yê li ser sînorî.

Ji Adara 2003, ji dema dagirkirina Iraqê ji alî Amerîka ve heta niha, milyonek û nîv Iraqî ji welatê xwe revîyane Sûrîyayê û wisa guman tê kirin ku nêzî 750 hezar Iraqî jî ji welatê xwe yê bi şer wêran bûyî revîyane nav Urdunê.

XS
SM
MD
LG