Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi êrîşa firokeka Amerîkî li Iraqê 14 kes hatin kuştin û çend xanî wêran bûne


Karbidestên Iraqê dibêjin hêrîşa firokeka Amerîkî li rendekeka Bexdayê 14 kes kuştin û çend xanî jî wêran kirine.

Karbidestan got hêrîşa sibêdaya îro pêncşembîyê li herêma El Weşaşa rojavayê Bexdayê bû. Ew dever tête naskirin weke bingeheke qeyyîm yê melayê radîkalê Şî'a Muqtada El Sadr û leşkerê wî Leşkerê El Mehdî.

Hêjta çi têbînî li ser serpêhatîyê ji alî Leşkerê Amerîkîve nehatine ragihandin.

Cihê ji vêna leşker dibêjetin Hêzên Hevpeymanan şeş terorîst kuştin û 25 berguman girtin li demê kiryarekê El Qaîde kiribû armanc li dora rubarê Dicle û li bajarê Kerkukê îro pêncşembîyê.

Leşkerê Amerîkî herwisa dibêjetin Hêzên Hevpeymanan û yên Iraqî duhî çarşembîyê dest bi kiryareke nû kirîye bo bi dû keftina terorîstên El Qaîde li herêma Neynova li bakûra Bexdayê.

XS
SM
MD
LG