Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pyongyang bi mêvandarî gazî Amerîka, Çîn û Rusya dike ku werin çavdêrîya navokî bikin


Nunerê bilind yê navokîyê Amerîka dibêje Pyongyang bi mêvandarî gazî şarezayên Amerîka, Çîn û Rûsyayê kirîye ku werin Koreya Bakûr bo çavderîyê bikin li ser sazgehên wê yên navokî.

Li şeva kombûna Asya Pasîfîk li Sydney îna îro Alîkarê Wezîra Derve Christopher Hill got ev mêvandarî "gavek din ya girîng e" ber bi armanca nehêlana çekên navokî li girava Koreyî.

Berî wê serokê Amerîka George Bush û hevrêkê wî yê ji Koreya Başûr Roh Moo-hyun jibo danûstandina li ser Koreya Bakûr kom bûn; Koreya Bakûr li meha du-Sibatê rêkeftibû ku wê ew bernama xwe ya navokî rawestîne li berdêlî bizavên sîyasî û alîkarîya niftê.

Rêzdar Bush got peymana aştîyê ya ku Şerrê Koreyî (di navbera salên1950 û 1953 da), bi dawî anî dê bi serkeftî be tenê dema ku Koreya Bakûr dev ji bernama xwe ya çêkirina çekên navokî berde.

Herwisa îro rêzdar Bush û Serokê Rûsî Vladimir Putin li ser gelek babetan peyivîn ku yek ji wan plana Amerîka ya ava kirina sîstema parastinê ya bi muşekan li navenda Ewropayê bû.

XS
SM
MD
LG