Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê dubare kireve ku bizavêt xwe yêt navokî narawestînit


Îranê dubare kireve ku bizavêt xwe yêt navokî narawestînit li ser hindêra ku civata navnetewî jê xwestîye ku rawestînit.

Serokê şanda Îranê bo danûstandinêt navokî Alî Larîcanî evro li Tehranê ev têbînîye dan.

Îran huşdarîyê didet ku danana toleyêt nû ji alîyê Civata Tenahîya Neteweyêt Yekgirtî ve li ser Îranê dê hevkarîya Tehranê digel Ajansa Navokîya Neteweyêt Yekgirtî bo çareserkirina kêşe û giriftarîyêt heyî li ser kiryarêt wê yêt berê yêt navokî diêxit xeterê da.

Serokê Ajansê Muhammed El Beradeî heyva buhurî digel Îranê gehiştibû rêkeftinekê ku ji Tehranê dixwazît li çend heyvêt bên bersiva pirsyarat bidet li ser kiryarêt wê yên berê yêt navokî.

Bizava Welatêt Berev pêş diçin yêt Alînegir roja sêşembî piştevanîya wê nexşeyê kir lê şandeyeke Yekîtîya Ewropî razî nebû piştevanîya nexşê biket ku eve jî bû eger ku serokê Ajansa Navokîya Neteweyêt Yekgirtî Muhammed El Beradeî ji kombûnê derkevit.


Serokê Şanda Îranê Elî Ezxer Sultanîye evro li Vienna axift piştî digel rêveberîya Ajansa Atomîya Navnetewî kom bûy. Wî got danana toleyêt nû reng e hevkarîya navbera Îranê û wê Ajansê ji nav bibit.


XS
SM
MD
LG