Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice mexabinîya xwe bu serok wezîrê Iraqê ragehand


Wezîra derve ya Amerîkî Condoleezza Rice bi telefonê digel serok wezîrê Iraqî Nûrî El- Malikî axift bu ragehandina mexabinîya xwe biramberî serhatîyekê li Bexda ku têda kontirakterên kompanyeka parastina Amerîkî çend kesên sivil kuştin.

Rice soz da ku desthelatdarên Amerîkî lêvekolînê liser wê serhatîyê diken, ku roja Yekşembî çêbu demê hêrişek ser karwanekê otombîlên dîplomatên Amerîkî hat kirn.

Karbidestên Iraqî dibêjin heşt kesên sivil li wê serhatîyê hatin kuştin û 11 kesên dî birîndar bun.

Wezareta navxwe ya Iraqê moleta karkirna wê kompanya parastina Amerîkî helweşand.

Peyvdarekê wezaretê got ku kompanya Blackwater USA bu karkirnê li seranserî Iraqê hatîye berbend kirn.

XS
SM
MD
LG