Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Afganistanê kuştina komandarekê Talîbanê ragehand

Karbidestên Afganî dibêjin bi hêrişeka firokên Amerîkî li herêma Gaznî 12 çekdarên Talîbanê hatin kuştin, yek ji wan komandarekê mezine ku dest hebu di revandina 23 hevwelatîyên Korîya Başor da berî du heyva.

Karbidestekê polîsên herêmê got komandarê Talîbanê Mella Ebdullah Can bi hêrişeka firoka şevê dî li devera Gîro hat kuştin.

Hêzên hevalbendî ya bi rêberatîya Amerîka ragehand ku di wê hêrişê da jimareka çekdara hatibune kuştin û çar hatibune girtin, lê piştrast nekir ka Mellah Ebdullah Can ji wan kesa bu ku hatîne kuştin an ne.

XS
SM
MD
LG