Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dibêjît kar û bizavêt kompanya Black Water ya Amerîkî hatîne ragirtin û hikumet vekolînê diket li ser teqe kirina roja yekşembî.
Rêzdar Malikî got welatê wî qebul nake hevwelatîyêt wî bi vî awayî bêne kuştin û got eve heft serhatîyêt weku vê ji alîyê kompanya Black Water ve têne kirin ku karmendêt sivîl yêt Amerîkî li Iraqê diparêzît.
Karbidestêt Iraqî dibêjin bikêmîve 11 kes hatine kuştin dema ku karmendên Blackwater teqe kirîne li devereke qerebalix ya Bexda. Fîrmaya ku bingeh li North Carolina ye dibêje ew dema ku hêrîş li karwana wan dihate kirin karmendên wê li dû qanûnê wezîfa xwe ya parastinê kirîye.
Wezîrê Navxweyî yê Iraqê destûrnameya kar ya Blackwater vekêşaye.
Hikumet roja sêşemê got ew dê li ser kar û kiryarên hemu kompanyayên parastinê yên li vî welatî kar dikin vekolînê bike.