Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanya Blackwater USA li Iraqê dest bi karên xwe kir


Balyozxana Amerîkî li Iraqê dubare rêk bi encamdana gehiştin tixubdar dereveyî Green Zone dayne û parastina Kompanyayeke Amerîkî ku roja yekşembî dest hebî li ser teqe kirinê li dijî xelkên sivîl li Iraqê.

Peyivdarekî balyozxanê got biryara dubare destpêkirina geşda digel endamên Kompanya parastina Blackwater USA piştî danustandinê bî digel hikumeta Iraqê.

Desthilatdarên Iraqî muhleta kar kirinê li Blackwater ragirt piştî serhatîyeka teqekirinê li roja yekşembî, ku tê da 11 Iraqîyên sivîl hatin kuştin.

Kompanya Blackwater USA ku selametîya karmendên sivîl yên hikumeta Amerîkî li Iraqê diparêzît ragihand ku karvedana karmendên wê dirust û qanunî bîye piştî ew karmendên wan berevanî lê dikir kefte ber hêrîşekê.

Ji layekî dî va, Leşkerê Amerîkî ragihand ku Hêzên Hevalbendîyê terorîstekî grupa El Qaîde li Iraqê kuşt û heyşt gumanlêkirî girtin li demê çend operasyoneka li Bexda, bakûr û naverasta Iraqê.

XS
SM
MD
LG