Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şahidek li dijî Elî Kîmyewî îfade dan


Li Iraqê evro şahidekî îfade dan dijî kurmamê Seddam Huseynî ku fermana kuştina giştî dabû bo jinavbirina serhildaneka Şî'a, piştî Iraq şikestî di şerrê Kendava Farisî da li sala 1991ê.

Tawanbar Elî Hesen El Mecîd ku wek Elî Kîmyewî tête nasîn bi tureyîve bersiva şahidî dave li dadkirina evro li Bexda. Mecîdî got ew li Besra nebû demê ew kuştinkarî li wêrê qewimî.

Mecîd digel 14 karbidestêt dî yêt berê di hikumeta Seddam Huseynî da têne dad kirin bi tawana zorkarîyê bo tepeserkirina serhildana Şî'a li başûra Iraqê.

Hukmê îdamê li ser Mecîdî hatîye dan bi tawana kuştina bi giştîya Kurda li sala 1980yan û bi navê Elî Kîmyewî hate nav kirin piştî çekêt kîmyewî li dijî Kurdan bikarînan.

XS
SM
MD
LG