Serokê Amerîkî George Bush dê evro li New York digel serokê Felestînî Mahmud Abbas kom bît da li ser pêşnîyaza konferansekê li ser aştîyê li rojhilata naverast bi saxberîya Amerîka bi axivin.
Çaverê tête kirin ku rêzdar Abbas ji rêzdar Bushî bixwazît da misoger biket ku konferansê egera xwe hebît bo gehêştina damezirandina dewleteka Felestînî.
Herdu rêber dê li derveyê kombûna Civata Giştî ya Neteweyêt Yekgirtî kom bin. Îsraîlê gotibû ku ew bizavê diket da li ser babetêt binaxeyêt konferasê agahdar bibît ku çaverê tête kirin li meha 11 destpêbiket.
Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice roja yekşembîyê got rêveberîya serok Bushî li ber e ku Surîya jî daxwaz biket bo pişikdarîyê, herwisa welatêt dî yêt endam di Komkara Welatêt Erebî da.