Serokê Amerîkî George Bush li perawîza kombûna Civata Giştîya Neteweyên Yekgirtî, roja duşembî li New Yorkê digel serokê Felestînî Mahmud Abbas kom bû.
Piştî kombûnê birêz Bush û birêz Abbas herdua bawerîya xwe bi egera damezirandina welatekî Felestînî ragihand.
Serok Bushî got dê Amerîka hevkareka bihêz bît bo bi cihînana wê armancê eger Felestînî û Îsraîlîya rêberayetîyek hebît ku amade bît karê bo vê biket.
Wî got ew piştrast e ku birêz Abbas pêgirîya damezirandina demokrasîyeke Felestînîye û aştî digel Îsraîlê bijît.
Birêz Abbas got ew hîvîdar e konferansa aştîyê ku li naverasta heyva 11 dête kirin wan kêşa çareser biket û bibîte egera destpêkirina danustendinan li ser aştîyeke berdewam.