Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bakûra Iraqê bi kêmî 10 kes hatine kuştin


Îro çarşemê berpirsên Iraqî ragihandin ku bi kêmî 10 kes hatine kuştin û jimareka dî birîndar bûn bi egera çendîn teqînên cûda.

Li bakûrê Iraqê pênc kes hatine kuştin û neh kesên dî birîndar bûn demê xwekujek bi otomobîleke pir bi teqemenîve xwe teqand li nêzîkî mala serokê eşîreteke Sunnîyê Ereb bi navê Şêx Ken'anê Cuheymir nêzîkî bajêrê Sincarê."

Di hêrîşên dî da polîsên Iraqî ragihand bi egera teqînekê pênc kes hatine kuştin û heft kesên dî birîndar bûn û ew teqîne li bajêrê Şirgat ku 250 kîlometre li bakûrê Bexda rû da.



XS
SM
MD
LG