Polîsê Iraqî ragehand ku syasetvanekê Sunnî û sê nubetdarên wî ji layê çekdaran ve li bajêrê Musil li bakora Iraqê hatin kuştin.
Syasetvan Mumtaz Mehmûd Ibrahîm endamê civata parêzgeha Musil bu.
Hevdem, leşkirê Amerîkî ragehand ku li çend operasyonekan roja Yekşembî hêzên hevalbendî du tîroristên gumanlêkirî kuştin û bi kêmî ve 30 kesên dî desteser kirn.
Di hêrişekê da li Bexda, serbaza 15 endamên gumanlêkirî yên giropeka ser bi Iranê girtin ku dest hebûn li bi qeçax înana çekan bu Iraqê.
Bu pêzanînên pitr liser hêrişên bajêrê Musil, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.