Hin agahdarîyên ji hikumeta Iraqî nîşan didin ku mirina xelkê sivîl di encama tundûtûjîyan da li meha neh-Îlonê, zêdeyî nîvê jimara meha berî wê kêm bûye.
Li dû agahdarîya ku duşema îro hatîye belav kirin; li meha Îlonê 840 sîvîl hatine kuştin û li meha Tebaxê zêdeyî hezar û 770 kes hatibûn kuştin.
Jimara kuştîyên Leşkerê Amerîka jî dinav salekê de li meha Îlonê bi zêdeyî 60 kuştîyan kêmtirîn hejmar bûye. Peyivdarekî Leşkerê Welatên Yekgirtî Mark Fox kêm bûna jimara kuştîyên xwe bi zêde kirina jimara serbazên Amerîkî li Iraqê ve girêda lê belê got tundûtûjî hêj zêde ye.
Di bûyerên îro de; êrîşbirekî xwekuj li bajêrê Musil li bakûr mamosteyê zanîngehekê kuşt û heft kesên din jî birîndar kirin. Leşkerê Amerîka got di kiryarên şerrî de li rojhilata Bexda roja yekşemê serbazekî Amerîkî bi gulleyeke çekên biçûk hatîye kuştin