Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad dîsa hêrîş kire ser Îsraîlê


Serokê Îranî Mahmud Ahmedînejad dîsa hêrîş kire ser Îsraîlê û wî welatî cuwî bi kar înana Holocaustê bo veşartina tawankarîyên xwo dijî Felestînîya gunehbar kir.

Birêz Ahmedînejad evro eynî di gotarekê de bi helkefta roja Quds ev axaftine kir.

Îran hersal xwepêşandanên berfireh saz diket bo nîşadana piştevanîya xwo bo Felestînîyan.

Bi deyan hezar Îranîyan evro pişikdarî di xwepêşandana Tehranê da kir û diruşmên "Mirin bo Amerîka û mirin bo Îsraîlê" digotin û agir berdane alayên Amerîkî û Îsraîlî.

Birêz Ahmedînejad got Îran û welatên dî ranawestin heta hemî deferên Felestînî têne azad kirin.

Wî herwisa encamdana danûstandinan li ser bernama navokîya Îranê red kir û got gelê Îranê amade nîye danûstandinê li ser mafên navokîyên xwe biket.

Berî nûke serokê Îranî daxwaza nehêlana Îsraîlê li ser nexşa cîhanê kirîye û gotîye Holocaust çîrokeka çêkirî ye.

Amerîka û hevalbendên wê Îranê bi çêkirina çekên navokî gunehbar diken û Tehran vê yekê red diket.

XS
SM
MD
LG