Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romannivîsê Kurd Mihemmed Uzun koça domahîyê kir


Romannivîsê Kurdê Tirkîye Mihemmed Uzun jiber nexweşîya şêrpence anku qansêra mîdeyê koça domahîyê kir. Rêzdar Uzun 54 salî bû.

Birêz Uzun piştî ku li sala 1977 li Tirkîye jiber tawana cudaxwazîyê hate zindanî kirin çûbû Swêdê. Berî li sala 2005 vegere Tirkîye li Swêdê 28 sal jîyanek sirgunê jîya.

Uzun bi zimanê Kurdî û Tirkî gelek roman nivîsîne, yek ji wan romanan ; "Sîya Evînê" ye.

Rêzdar Uzun roja pêncşemê li bajêrê Dîyarbekirê ku xelkê lê dijî bi giştî Kurd in, li başûra rojhilat, koça domahîyê kir. Wê cenazeyê wî roja şemîyê bê rakirin.

Gelî xwendevanên malpera Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, li ser vê babetê hevkarê me Xelefê Zebarî bi rojnamevan Muhsîn Kizilkaya re hevpeyvînek kirîye. Eger hun bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê ji kerema xwe re li bernameya 2ê piştî nîvro ya îro,11ê meha 10 sala 2007 guhdarî bikin.


XS
SM
MD
LG