Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başûra Bexda pênc kesên sîvîl hatine kuştin


Karbidestêt Iraqî dibêjin bi hêrîşeka topa li ser bingehekê leşkerê Amerîkî û Iraqî li başûra Bexda pênc kesên sîvîl hatine kuştin.

Karbidest dibêjin xirabkaran evro jimareka gulletopa havêtine wî bingehê leşkerî li bajêrê Dîwanîye ku piranîya xelkê wê Şî'a ne.

Polîs dibêjin pênc kesêt medenî hatine kuştin; du ji wan zarok bûn û 20 kesêt dî birîndar bûn belê behsê çi kuştî an birîndarêt leşkerî nehatîye kirin.

Bi alîyekî dî ve dadgeheke leşkerê Amerîkî nêzîkî Bexda evro dest bi dadkirina hevserekî Amerîkî kir bi tawana harîkarîya dijminî û nerêkîyêt dî, ewê tête dad kirin Colonel William Steele e ku berî nûke birêveberê girtîxaneka Amerîkî bû li Bexda ku Seddam Huseyn têda hatibû îdam kirin.


XS
SM
MD
LG