Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindek endamêt Kongresê helwesta xwe guhorî sebaret jenosîda Ermenîyan


Jimareke endamêt Kongresa Amerîkî helwesta xwe guhorî sebaret piştevanîya xwe bo biryarekê ku kuştina Ermenîyan li sala 1915 li Turkîya bi jenosîd daye nasîn.

Ji ber vê guhorînê di helwesta hindek endamêt Kongresê da, guman heye ku Kongres vê biryarê derbaz biket.

Di konferanseke rojnamevanî de li Washington evro Serok Bushî ji Kongresê xwast ku wê biryarê derbaz neket û dibêjît dê encamêt xirab hebin.

Serokê leşkerê Tirkî Yaşar Buyukanit huşdarî daye Amerîka ku hevalberndîya navbera herdu welatan dê zîyan gehînê heke Civata Nuneran ya Kongresa Amerîkî biryareka wisa derbaz biket.

Herwisa reng e ku biryareke wesa bibîte eger ku Turkîya hevkarîya xwe di şerrê Iraqê da kêm biket.

XS
SM
MD
LG