Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê jimareka mezin ya piştevanên wê xêrhatina Benazir Bhutto kir


Piştî heyşt salên ku wê xwe-bi-xwe biryar da ji welat derkeve, serokwezîra berê ya Pakistanê Benazir Bhutto bi xêrhatina ji alî jimareka mezin ya piştevanên xwe gihîşte bajarê bender yê Karaçî.

Dema ku xanim Butto ji firroka xwe ya ji Dubai hate xwar stêrk ji çavên wê barîn û got ew hîvî dike ku ew dê karibe karekî bi dilê gelê Pakistanê bike. Bi sedan hezar xelk li kolanên Karaçî ketibûne rêzê û ala bilind kiribûn û bi wêneyên wê kolanan xemilandibûn dema ku ew nav bajêr geryay.

Wisa çaverê tê kirin ku xanim Bhutto ji xelkê re gotarekê bixwîne li ser gora damezirênerê Pakistanê Muhammed Alî Cinnah.

Rewşa tenahîyê hatîye zêde kirin bi hêzeke zêdeyî deh hezar polîs û leşkerên ku di nav bajêr de nobetdarîyê dikin. Milîtanên Îslamî gefe kirine ku ew dê bi êrîşên xwekuj xêrhatina xanim Bhutto bikin.

Xanim Bhutto ya 54 salî du caran serokwezîrîyê kiribû lê belê li sala 1999 ji ber tawanên gendelî û nerêkîyê ji Pakistanê derketibû û niha jî nîyaz heye ku di hilbijartinên parlamanî de li destpêka sala 2008 xwe berbijar bike.

XS
SM
MD
LG