Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hezaran Kurdên Iraqê li dijî gefeya Tirkan xwenîşandan kirin


Bi hezaran Kurd li bakûra Iraqê kom bûne jibo nerazîbûna xwe nîşan bidin di derbarê biryareke parlamana Tirkîye de ku rê dide leşkerê Tirk ji ser sînor derbazî Iraqê bibe li dû serhildayên Kurd.

Pêncşema îro karmendên hikumetê, xwendekar û xelkên din alayên Kurdî bilind kirin û dîruşmeyan gotin ku têda pesnê nasnama Kurdî dikirin dema ku ber bi ofîsa Neteweyên Yekgirtî ve dimeşîyan li Erbîla paytextê hikumeta Kurdistana otonom li Iraqê. Xwenîşanderan nameyekê daye karbidestên Neteweyên Yekgirtî û têda ji Neteweyên Yekgirtî dixwazin ku rêya li ber kiryarên leşkerê Tirk li Iraqê bigre.

Ew biryara ku roja çarşemê ji alî parlamana Tirkîye ve hatîye pesend kirin jibo salekê rê dide leşkerê Tirk ku karibe jibo kiryaran ji ser sînorve derbazî bakûra Iraqê bibe. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku pesend kirina wê biryarê nayê wê maneyê ku wê êrîş yekser destpêbikin.

Rêberên Kurdên Iraqê huşdarîyê dane ku her kiryareke leşkerê Tirkîye li bakûra Iraqê wê jibo aramî û tenahîya herêmê bibe metirsîyek.

XS
SM
MD
LG