Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin rexne li sîyasetên Amerîka li dor Iraq û Îranê girtine


Serokê Rusyayê Vladimir Putin rexne li sîyasetên Amerîka li dor Iraq û Îranê girtine û plan ragihandine bi merama berfireh kirina şîyanêt navokîya Rusya.

Di nav gerrek pirsyar û bersivan da îro pêncşembîyê digel televîzyona niştimanî birêz Putin da zanîn dagirkirina Iraqê li sala 2003 ji alî Amerîka ve pişkek li ber kontrol kirina serwetê berfireha petrola wî welatî bû. Wî herwisa daxwaz ji Washingtonê kir wextekî jibo vekêşana serbazêt xwe ji Iraqê destnîşan biket.

Ew gera axaftina sê demjimêran digel xelkê Rusya şeşemîn axaftina wî rengîya birêz Putin e ji demê ew sala 2000 hatîye ser kar.

Wî gote kesekî ku bi telefonê peywendî bi programê re kir pêdagirtina Rusya li ser danustendinê digel Îranê sebaret programa navokîya wî welatî baştir bûye ji gefe û sizayên ji alî Washingtonê ve hatîye binêdan.

XS
SM
MD
LG