Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan dibêjît Ankara bi tenê dê her biryarekê det bo kiryareka di ser tixubî ra li bakûra Iraqê


Serokwezîrê Turkîya Recep Tayyîp Erdogan dibêjît Ankara bi tenê dê her biryarekê det bo kiryareke di ser tixubî ra li bakûra Iraqê dijî serhildayêt Kurd.

Evro li Romanya rêzdar Erdogan got reng e ku Amerîka hez neket Turkîya kiryareka wesa biket belê Ankara bixwe dê biryarê det ka çi biket.

Turkîya Partîya Kargerêt Kurdistanê PKK xetabar diket bi hêrîşa li başûra rojhilata Turkîya ji bingehêt xwe li bakûra Iraqê.

Bi alîyekî dî ve serokê Turkîya Abdullah Gul dibêjît hêrîşên serhildayan nayêne qebul kirin di kombûneke xwocihî de li paytextî rêzdar Gul dibêjît Turkîya ya rijd û micid e ku pêngavêt pêdivî bi avîjît bo bi domahî înana gefa serhildayan li bakûra Iraqê.

Şandeyeka bilind ya karbidestêt Iraqî evro li Ankarayê ye bo kombûnê digel karbidestêt Turkîya di bizavekê da bo sist kirina vê alozîyê li ser tixubê herdu welatan.

XS
SM
MD
LG