Peyivdarek Iraqî dibêje danûstandina li ser çareser kirina pirsa bingehên serhildayên Kurd li bakûra Iraqê ya navbera karbidestên Tirk û Iraqî baş û bi encamên erînî derbaz bûye.
Peyivdarî li Ankara ji peyamhinêran re got danustendina îro ya pêşî weke ku herdu alî çewa xwestibûn wisa derbaz bûye û wisa çaverê tê kirin ku karbidest îro di demeke paş de li ser wê danûstendinê bi peyivin.
Şandeyeke bilind ya Iraqîyan roja pêncşemê gihîşte Tirkîye jibo ku bi karbidestên bilindên Tirkîye re kom bibe da ku herdu alî bi rêya dîplomasîyê li ser vê kêşeyê danustendinan bikin.
Tirkîye gefa dike ku wê ew kiryarên leşkerî yên ji ser sînorî ve bikin li dijî serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê an PKK, ya ku êrîşên xwe yên li nav Tirkîye zêde kirine.
Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan roja pêncşemê huşdarî da ku her çiqasî Amerîka li dijî vê yekê be jî wê hikumeta wî bixwe biryarê bide ka wê ew kiryara ji ser sînorîve bike an na.
Herwisa roja pêncşemê serokkomarê Tirkîye Abdullah Gul di kombûna herêmî de got sebir ji Ankara re nemaye û Ankara ji xwe bawer e ku pêngavên pêdivî bavîje bo bi dawî anîna gefeya serhildayên bingeh li bakûra Iraqê.
PKK ji sala 1984 were heta niha li başûra rojhilata Tirkîye jibo otonomîya Kurdan şerr dike. Di şerrî de zêdeyî 30 hezar kes hatine kuştin.
Karbidestên Tirk dibêjin ji roja yekşemê ku serhildayan bi buseyekê 12 serbazên Tirk kuştibûn û heta niha leşker cihên ku serhildayên Kurd tê de ne li bakûra Iraqê bombe û topbaran dike.
Yekîtîya Ewropî û Amerîka ji Ankara xwestine ku kiryarên leşkerî di nav axa Iraqê de neke. Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice dibêje wê ji rêberên Kurdên Iraqê re gotîye ku lazime ew rê li ber serhildayên PKK bigrin.