Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush dibêje PKK rêxistineke terorîst e û dijminê Turkîye, Iraq û Amerîka ye


Rêzdar Bush roja duşemê piştî ku bi serokwezîrê Turkîye Recep Tayyîp Erdogan re kom bû li Qesra Sipî peyivî.

Rêzdar Bush got kar kirina bi Turkîye û Iraqê re bo şerr kirina li dijî PKK li bakûra Iraqê di berjewendîya Amerîka de ye. Wî herwisa ragihand ku wê sê alî; Amerîka, Iraq û Turkîye şirîkatîyê bikin bo bipeşvexistina bikaranîna îstîxbaratê di şerrê dijî PKKê de.

Rêzdar Erdogan got eger Turkîye tevî leşker têkeve nav bakûra Iraqê, wê ew tenê bi armanca bi dû ketina serhildayên PKKê be. Turkîye PKK gunehbar dike bi êrîşên ji bingehên bakûra Iraqê ser bi başûra rojhilata Turkîye ve.


Berî ku here Amerîka rêzdar Erdogan gotibû êdî bi Turkîye re sebir nemaye piştî zincîreka êrîşên PKK ser bi sînor ve li başûra rojhilata welatî.

Roja înê Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice gotibû ev mesele ya Turkîye, Iraq û Amerîkayê ye. Wê got ev jibo hersê alîyan neyarek hevbeş e û lazime hersê alî bihevre li ser vê meselê kar bikin. Got jibo şerrê dijî PKK ya ku ji alî Amerîka û Turkîye ve wek komeleke terorîst tê nasîn, Amerîka wê bizava xwe du qat zêdetir bike.

Hikumeta Turkîye gefe dike ku hêza xwe ya leşkerî li dû serhildayan bişîne nav axa bakûra Iraqê eger hêza Amerîka û Iraqê li dijî bingehên PKK kiryarekê nekin.

Rêveberîya Bush ji Ankara re gotîye ku nekeve nav Iraqê bi tirsa ku ew dê aramîya li bakûra Iraqê têk bibe.


Ji alîyekî din ve serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê pêşnîyara danûstendineke çar alî pêşkêş kir jibo dîtina çareyeke dîplomatîk.

Di têbînîyeke ku di rojnama The Washington Post da hate belav kirin rêzdar Nêçîrvan Barzanî got danûstandin lazime dinavbera nunerên Turkîye, Amerîka, Iraq, û Herêma Kurdistana Iraqê de be. Wî got mesele kêşeyeke navnetewî ye û tu alî nikare meselê bi tenê çareser bike.

XS
SM
MD
LG