Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Pakistanê rê li Benazir Bhutto girtin ku pişikdarî xwenîşandanê nebe


Polîsê Pakistanê rê li serokwezîra berê Benazir Bhutto girtin da ku pişikdarîya xwenîşandanêt Rawalpindi neketin yên li dijî biryara destûdarên tengavîyê.

Evro heynîyê Benazir Bhutto digel çend piştevanêt wê du cara hewl dan ku biçin ji mala wê derkevin ya li Îslamabad, belê neşîyan jiber polîsan.

Piştî hingê Bhutto digel piştevanêt xwo axift ji derveyê mala xwo û dawayê ji General Muşerref kir ku demokrasîyê dabeş ketin li welatî û li dûv sozên xwo biçitin û destûdarê tengavîyê rakitin û serokatîya leşkerî bihêlit.

Polîsî encam da ku Bhutto neşêtin ji mala xwo derkevitin da ku çi pişikdarîyê di xwenîşandanan de neketin.

Li Rawalpindi polîs hezar kesan rawestandin û nehêlan ku ew xwenîşandanêt xwo bikin û bi hezaran xelk belav kirin û gaza rondikrêj bikar îna ku da bişên wan xelkê belave bikin.

Li bakûra rojava bajarê Pişawer polîs dibêjitin bi hêrîşeka xwekuj bikêmîve çar kes hatin kuştin di mala wezîrekî hikumetê da. Belê ew wezîre çi zîyan ne gihandinê ji gotinên polîsan.

XS
SM
MD
LG