Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Turkîye, Îsraîl û Felestîn li Ankara kom dibin


Serokê Îsraîlê Şîmon Perez û serokê Felestînî Mahmud Abbas sêşema îro wê bi serokkomarê Turkî Abdullah Gul re li Ankara kom bibin.

Ev rêber danûstandinê dikin da ku devereka sazkirîya hevpişk li Kenara Rojava damezirînin jibo ku kompanya anku şirketên Turkî li wê derê kar bikin.

Herwisa îro rêzdar Perez û rêzdar Abbas wê di parlamana Turkîye de bipeyivin. Di vê pêvajoyê de rêzdar Perez dê bibe yekem serokê Îsraîlî ku li ber parlamaneke welatekî Misilman di axive.

Turkîye li nav cîhana Misilman nêzîktirîn hevalbenda Îsraîlê ye û di dîrokê de di navbera vê dewleta Cihu û cîranên wê yên Ereb de navberîyê kirîye.

Roja duşemê rêzdar Perez gotibû welatê wî amade ye ku bi Felestînîyan re li hev bê, lê belê got ew konferansa paşerojê ya aşîtîyê ku bi navberîya Amerîka li Rojhilata Navîn wê bê kirin nikare zûbizû encaman wergire. Û Serokwezîrê Îsraîlî Ehud Olmert roja duşemê got berî konferansê weke nîşana lihevhatinê nîyeta wî heye ku zêdeyî 400 Felestînîyên girtî azad bike.

XS
SM
MD
LG