Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Pakistanî dibêjît hêzêt leşkerî 20 milîtan kuştîne


Leşkerê Pakistanî dibêjît hêzêt leşkerî 20 milîtan evro kuştîne li nihala Suad li bakûra rojava Pakistanê demê hêzêt parastinê bizavêt xwe zêde kirîn bo derêxistina serhildayêt Îslamî li wê deverê ku cihekî geryana ye û cihe xwe kiş kirinê ye li ser befrê.

Ev şerre têne kirin rojekê piştî leşkerî gotî 33 şerkerêt dî hatîne kuştin piştî helîkoptera bombe li cihê xweveşartina milîtana dayîn.

Ragihandina xwocihî dibêjît bikêmîve 60 kes hatîne kuştin, jimareyeke wan xelkê sîvîl in di wan hêrîşên leşkerî da. Lê peyivdarekî leşkerî got wî çi pêzanîn nîne ku kesên medenî di ber hêrîşa keftibîn.

Li meha buhorî alozîya li nihala Suad destpêkirî demê piştevanêt melayê tundrê Mewlana Fethullah yê ser bi Talîban cîhad ragihandî dijî hikumeta Pakistanî.

XS
SM
MD
LG